Elon Musk, Trump vedigerîne ser Twitterê!

Elon Musk, Trump vedigerîne ser Twitterê!

PeyamaKurd – Xwediyê nû yê Twitterê û karsazê dewlemend cîhanê yê Amerîkî Elon Musk, ragihand ku wê hesabê Twitterê yê serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku hatibû girtin ji nû ve bê vekirin.

Musk, li ser Twitterê rapirsîyeke bi pirsa: "Gelo divê hesabê Trump lê bê vegeran?” da destpêkirin û encamên wê jî belav kirin.

Li gorî encamên Musk belav kirine, ji sedî 52yê bikarhêneran dengê ‘belê’ ji bo vegera Trump daye.

Musk jî got: "Gel axivî. Wê Trump vegere” peyama bi zimanê latînî ya, "Dengê gel, dengê Xweda” belav kir.

Hesabê Trump ê Twitterê, piştî serdegirtina alîgirên wî ya 6ê Çileya 2021ê, bi ser avahiya Kongreya Amerîkayê de hatibû girtin.

Ev nivîs 210730 car hatiye xwendin.