Keştiya NASAyê testa lêdana atroîdê bi serkeftî pêk anî

Keştiya NASAyê testa lêdana atroîdê bi serkeftî pêk anî

PeyamaKurd - Keştiya asmanî ya Ajansa Fezayê ya Amerîka (NASA) îro 27ê Îlonê testa bi keştiya asmanî lêdana kevirekî biçûk ê asmanî (astroid) bi serkeftî pêk anî.

Ev test wekî senaryoyekê hat encamdan ku di demên pêş de heger kevirekî asmanî bi ser dinyayê de were, wê çawa bê bêbandorkirin hat testkirin daku ziyanê negihîne erdzemîna dinyayê û mirovan.

Hat diyarkirin ku keştiya NASAyê bi derbeke tund li kevirê asmanî yê 9,6 milyon kîlometre dûrî dinyayê xistiye ku leza wê bi navê Dart bi leza 22,500 kîlometreyî di demjimêrekê de bûye.

Zanyarên NASAyê li bendê bûn ku bandora wê vebûna devê volkanekê be û pêlên kevir û bermayan bavêje asman. Teleskopên li seranserî cîhanê û li asman berê xwe dan heman xala asman da ku dîmenê wê bûyerê bikişînin.

Dema lêdanê nîşana radyoya DART ji nişka ve rawestiya û ew ê çend roj an jî hefteyan dirêj bike heta ku were destnîşankirin ka riya kevirê asmanî çiqas hatiye guhertin.

Ev peywira yekem a bi nirxê 325 mîlyon dolaran a NASAyê bû ku cara yekem hewl hat dayîn, cihê kevirekî asman yan tiştekî din yê xwezayî li asmanan biguherîne.

Ev nivîs 210730 car hatiye xwendin.