Nobela Aştiyê ya 2022yan digel kesekî Belarûsî rêxistinên Ukraynî û Rûsî wergirt

Nobela Aştiyê ya 2022yan digel kesekî Belarûsî rêxistinên Ukraynî û Rûsî wergirt

PeyamaKurd – Akademiya Nobelê ya Swêd Xelata Nobela Aştiyê ya sala 2022yan eşkere kir.

Akademiyê ragihand ku Xelata Nobel a Aştiyê ya 2022yan parêzvanê mafên mirovan ê Belarûsî Ales Bialiatski, Rêxistina Mafên Mirovan a Rûsî Memorial û Rêxistina Mafên Mirovan a Ukraynî Center for Civil Liberties wergirtine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku xelatgirên Nobela Aştiyê li welatê xwe nûnertiya civaka sivîl dikin û bi salan ji bo parastina mafên bingehîn ên mirovan dixebitin.

Hat diyarkirin ku wan kes û saziyan ji bo derxistina holê ya tawanên şer û binpêkirinên mafên mirovan xebateke bêhempa meşandine.

Ev nivîs 210729 car hatiye xwendin.