Roketa Çînê ket Okyanûsa Pasîfîkê û tirsa dinyayê şikest

Roketa Çînê ket Okyanûsa Pasîfîkê û tirsa dinyayê şikest

PeyamaKurd – Li gor fermandariya fezayê ya Amerîkayê, roketa bi giraniya 23 tonan ya bi navê Long March 5B ê ya ji kontrola Çînê derketibû, ket Okyanûsa Pasîfîkê. Fermandariya Amerîkayê ya fezayê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku roketa Çînê di 31 ê cotmehê de ji istasyona Çînê ya bi navê Tiangongê şandibû fezayê, dageriya dinyayê.

Li gor TSİ 13.01an de roket ketiye nav atmosferê û paşî ketiye Okyanûsa Pasîfîkê. Çînê heya niha ti ragihandineka fermî nekir lê gotibû ku roket ji kontrola wan derketiye û nizanin wê li ku dera dinyayê dakeve jêr. Ji ber wê nezelaliya ciyê ketina roketê, li seranserê dinyayê herkes ketibû nav endîşeyan û Tirkiye bi xwe jî.

Ev nivîs 210738 car hatiye xwendin.