UNESCO: Sîpanên navdar, roj bi roj tune dibin

UNESCO: Sîpanên navdar, roj bi roj tune dibin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên UNESCOyê ve bi rêya raportekê hat ragihandin ku dê ji 3yan 1ê sîpanên navdar ên mîrateyên cîhanê, dê nêzîkî 30 salên din ji ber helînê tune bibin.

Teşkîlata Çand, Zanistî û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyû (UNESCO), di raporta xwe de bal kişand ser germahiya gerdûnî û ragihand ku dê gelek sîpanên navdar ên cîhanê, heta 30 salan tune bibin.

Di daxuyaniya ku li ser texmînên zanistî hat pêşkêşkirin de hat diyarkirin ku UNESCO, di qada 50 mîrateyên cîhanî de nêzîkî 18 hezar û 600 sîpanan dişopîne û wisa tê payîn ku ji 3yan 1ê van sîpanan, heta sala 2050yî bi temamî bihelin û tune bibin.

 Ji bo çareserî û pêşîlêgirtina vê rewşê jî hat diyarkirin ku heger zêdebûna germaniya gerdûnî di bin 1,5 santigratan de bê parastin, dibe ku ev sîpan bên xilaskirin.

Her wiha ji aliyê sernivîskarê raportê Tales Carvalho ve hat eşkerekirin ku ji sîpanên ku mîrateyên cîhanê ne, her sal nêzîkî 58 milyar ton dihelin û ev jî dibe sedem ku ava deryayan ji %5 zêde bibe.

Ev nivîs 210718 car hatiye xwendin.