Xwendekarê ku hêk avêtibû ser Qral Charles bi hêkan hat cezakirin!
PeyamaKurd – Li Brîtanyayê xwendekarekî zanîngehê yê 23 salî Patrick Thelwell, Çarşema borî bi avêtina hêkan serdana Qral Charlesê Sêyem a bo bajarê Yorkê protesto kiribû.
Dadgehê derbarê wî xwendekarê ku hêk avêtibû ser Qral Charles û ti hêkek jî lêneketibû biryara xwe eşkere kir.
Li gorî rojnameya Daily Mirror, Patrick Thelwell gotiye ku ew bi kefaletê hatiye serbest berdan û cezayê hilnegirtina hêkan li nav civatên derve li ser wî hatiye sepandin.
Xwendekarê navborî dema hêk avêtibû ser Qral Charles dirûşmên wekî, ‘ew ne qralê min e, Brîtanya li ser xwîna koleyan ava bûye’ gotibûn û dadgehê jî bi hinceta xirabkirina pergala cemawerî lêpirsîn derheqê wî de dabû destpêkirin.
Ev nivîs 210720 car hatiye xwendin.