Li Şirnexê nexweşxana ji bo 500 kesên razanê tê avakirin

Li Şirnexê nexweşxana ji bo 500 kesên razanê tê avakirin

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Kemal Memişoğlu, li bajarê Şirnexê axifî û ragihand ku wê di sala 2026an de nexweşxana bi 500 ciyên razanê, dê ava bibe. Ji bo peşdebirina xizmetên tenduristiyê jî projeyên wan yên din hene ku ji bo Şirnexê bicîh bînin.

Kemal Memişoğlu, di kongra AKPê ya Şirnexê de di axaftina xwe de got:

“Wê nexweşxana me ya Şirnexê di sala 2026an de dest bi xebatê bike. Ji xwe me avahiya nexweşxana Silopiya qedand. Wê di wextekî kurt de dest bi xebatê bike. Em soz didin ku Şirnexê di seha xizmeta tenduristiyê de bikin navendekî girîng yê herêmê….”

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.