Yekîtiya Ewropa û WHO 50 ton alîkariya tenduristiyê ji ser Tirkiyê dişîne Sûriyê
PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) heta dawiya vê mehê wê 50 ton alîkariyên mirovî bişînin Sûriyeyê.
Ajans France Pressê (AFP) bi zarê Berdevka WHOyê Mrinalini Santhanam ragihand, “Ew alîkarî ji bo Stenbola Tirkiyeyê hatine veguhestin û biryar e dawiya vê mehê piştî temamkirina rêkarên gumrikî bigihin Sûriyeyê.”
Yekîtiya Ewropayê çend roj berê jî ragihandibû, ew niha bi rêya Tirkiyeyê hewl didin ji bo çêkirina pireke gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyeyê ava bikin.
Hate ragihandin ku alîkariyên ji bo Sûriyê têne şandin ji pêdiviyên girêdayî neştergeriyên bilez, dermanên serekî û pêdivîyên din ên tenduristiyê pêk tên.
Şêwirmendê Taybet ê Karûbarên Plandanînê yê WHOyê Lorenzo Dal Monte jî got, “Ew alîkarî li ser dezgehên tenduristiyê yên Sûriyeyê têne parvekirin, ji bo ku li seranserê Sûriyeyê nexasim jî li Idlib û Helebê sûde jê bê wergirtin.”
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.