Victor Ambros û Gary Ruvkun Xelata Nobela Tibê ya 2024an wergirt
PeyamaKurd – Xelata Nobela Tibê ya 2024an di merasîmeke li Enstîtuya Karolinskayê hate pêşkeşkirin.
Zanyarên Amerîkî Victor Ambros û Gary Ruvkun ji ber xebat û rola xwe ya di keşfa mikroRNA û sererastkirina wê hêjayê xelata Nobela Tibê ya 2024an hatin dîtin.
Herdu zanyarên Amerîkî ji ber di sererastkirina genan de xwedî rolekê bûn û molekula RNA ya mikroRNA kefş kiribûn hêjayî wê xelatê hatine dîtin ku di Tibê ev yek wekî geşedaneke mezin tê binavkirin.
Ev nivîs 10312 car hatiye xwendin.