Newsweek: Li Sûriyê pêşbaziya metirsîdar di navbera Tirkiye û Îsraîlê de

PeyamaKurd - Rojhilata Navîn, ji ber şerê berdewam ê li Xezeyê û tansîyona bilind di navbera Îran û Amerîkayê de, di nav bêîstiqrariyeke mezin de ye.
Di vê atmosferê de, rageşî û milmilaneya li Sûriyeyê bi berjewendiyên jeopolîtîk ve ji nû ve teşe digire. Çar meh piştî hilweşandina rejîma Esed, têkoşîna hêzê li herêmê dirûvekî nû distîne.
Li gorî kovara Newsweek, di nav vê tevlîheviyê de, du hevalbendên DYA, Tirkiye û Îsraîl, li Sûriyeyê di bin xetara rûbirûmayîna leşkerî de ne.
Îsraîl bandora xwe li Sûriyeyê berfireh dike
Li gorî analîza Newsweek, piştî serkeftinên leşkerî yên ku artêşa Îsraîlê li dijî Hamasê li Xezeyê bi dest xistiye, berê xwe daye Sûriyeyê. Îsraîl, di hewldana avakirina kembera ewlehiyê li derdora Bilindahiyên Golanê de, hevkariya xwe bi komên Durzî û Kurd re li vê herêmê zêde dike. Di heman demê de, êrîşên hewayî yên xwe jî zêde dike û hewl dide ku bandora xwe li navçeyê berfireh bike.
Hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê xurt dibe
Ji aliyê din ve, Tirkiye hebûna xwe ya leşkerî li bakurê Sûriyeyê zêdetir piştrast dike. Enqere, girêdanên xwe bi komên muxalîf re yên li Sûriyeyê kûr dike, û helwestek tund li hemberî pêşveçûnên nû nîşan dide. Serokkomarê Erdogan diyar dike ku ew ê li hemberî siyasetên berfireh ên Îsraîlê bisekinin, lê rayedarên Îsraîlî jî tekez dikin ku ew ê destûrê nedin Tirkiyeyê ku bingehên leşkerî ava bike û qada xwe ya bandorê berfireh bike.
Amerîka li pey hevsengiya navbera herdu hevalbendên xwe ye
Rêveberiya Washingtonê bi baldarî çavdêriya gerginiyê dike di navbera herdu hevalbendên xwe yên stratejîk de li herêmê. Pispor ku bi Newsweekê re axivîne, destnîşan dikin ku DYA hewl dide hevsengiyeke tevlihev biparêze û hewl dide hem Tirkiye û hem jî Îsraîlê ji pevçûneke rasterast dûr bike.
Rakêşiya aliyan dibe ku parçebûna fiîlî bi xwe re bîne
Di pêvajoya şekilgirtina rêveberiya nû ya Sûriyeyê de, berjewendiyên Tirkiye û Îsraîlê dibe ku bêtir li dijî hev derkevin.
Newsweek balê dikişîne ser wê yekê ku ev rewşa rakêxiya navbera aliyan dikare bibe sedema perçebûna fiîlî ya Sûriyeyê û di demeke dirêj de dikare krîzên nû biafirîne. Stratejiya ku DYA dê li hemberî van pêşveçûnan bişopîne hîn jî ne diyar e.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.





