Şîrîn Masûm: Ji bo Kurdî, xaka Kurdistanê û pêşeroja zarokên me deng bidin

Şîrîn Masûm: Ji bo Kurdî, xaka Kurdistanê û pêşeroja zarokên me deng bidin

PeyamaKurd – Di demeke ku beriya hilbijartinên 20ê Cotmehê yên Parlamentoya Kurdistanê, bi taybet jî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û aliyên din ên Kurdistanê, li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kampanyayeke bêbingeh a reşkirinê dane destpêkirin, ji nav YNKê di asta herî bilind de bangewazîyên piştevaniya PDKê tên.

Akademîsyen Şîrîn Masûm ku keça yek ji damezrînerên YNKê Dr. Fûad Masûm e derbarê lîsteyên hilbijartinên 20ê Cotmehê de, vîdyo peyamek belav kir û bangewazî li welatiyên Herêma Kurdistanê kir. Masûm xwest ku dengê xwe bidin Lîsteya 190 a ji aliyê PDKê ve hatiye amadekirin û got, ew lîste Kurd û Kurdistanê diparêze.

‘Ji bo Kurd û Kurdistanê dengê xwe bidin lîsteya 190’

Şîrîn Masûm, di peyama xwe de rexne li hizb û aliyên ku dibêjin 'neçin ser sindoqan' kir û wiha got:

“Nabêjim dengê xwe bidin Partî, lê deng bidin lîsteya 190 yanî hizba ku Kurdistanê diparêze, ji ber ku niha Rojhilata Navîn di nav guherînekê de ye. Ji bo Kurdî, xaka Kurdistanê û pêşeroja zarokên Kurdistanê dengê xwe bidin lîsteya 190.”

Fûad Masûm kî ye?

Şîrîn Masûm, keça Dr. Fûad Masûm e ku sala 1976an yek ji damezrînerê YNKê ye ligel Mam Celal Talebanî. Fûad Masûm sala 1992yan bû yekem Serokwezîrê Herêma Kurdistanê. Herwiha sala 2014an jî wek heftemîn Serokomarê Iraqê ji pişka YNKê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hat hilbijartin.

Ev nivîs 11375 car hatiye xwendin.