Dadgeha Federal gilînameyên li dijî qanûna damezrandina parêzgeha Helebçeyê red kirin

Dadgeha Federal gilînameyên li dijî qanûna damezrandina parêzgeha Helebçeyê red kirin

PeyamaKurd – Dadgeha Federal a Iraqê 2 gilînamdyên derbarê qanûna damezrandina parêzgeha Helebçeyê red kirin û bi vî awayî, bê astengiyên hiqûqî rê li ber parêzgehbûna Helebçeyê hat vekirin.

Li gorî malpera fermî ya dadgehê, gilînameya yekem li dijî serokê parlementoya Iraqê û cîgirên wî ye ku tê de daxwaza betalkirina rêbazên derxistina qanûnê û dengdanê hatibû kirin, lê dadgehê ev daxwaz red kir.

Gilînameya duyem jî li dijî serokkomar e ku tê de nerasthesibandina fermana serokatiyê ya 29ê Nîsana 2025an hatibû xwestin, lê ev gilî jî hat redkirin.

Hiqûqnas diyar dikin ku piştî redkirina van gilîyan, tu astengî nemaye ji bo ku qanûna parêzgeha Helebçeyê nekeve meriyetê, û Helebçe divê wek parêzgeheke tevahî dabeşkirinên taybetî werbigire.

 

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.