Dadgeriya Ankara ya Silh û Cezayê rojnamevanê Îsveçî Medin şand zîndanê

Dadgeriya Ankara ya Silh û Cezayê rojnamevanê Îsveçî Medin şand zîndanê

PeyamaKurd – Bo çalakiyên Îstenbolê yên li dijî girtina Ekrem İmamoğlu dişopand, asayîşa Îstenbolê ew xistibû binçav lê biryara zîndanîkirina rojnamevan Medin ê Îsveçî, ji Ankara ji Dadgeriya Silh Cezayê hat dayîn.

Sedema şandina zîndanê yê rojnamevanê Îsveçî yê bi navê Kaj Joakim Medin aşkera bû: ‘Heqareta li serokkomar’ û ‘ endamtiya rêxistina terorê’.

Rojnamevan Medin bi sedema li Îsveçê bi maketa Erdoğan ketibû çalakiyan, ew xistibûn binçav. Daxwaza binçavkirinê ji serdozgeriya Ankara hat kirin. Rêvebirê rojanama Îsveçê Andreas Gustavsson, ragihandibû ku 2 roje ji rojnamevanê xwe ji Joakim Medin ti agahî nastîne.

Serdozgeriya bajarê Ankara gotiye ku rojnamevanê navborî di 11.01.2023an de li Stockholmê li ber avahiya şaredariyê maketa Erdoğan daleqandiye û li ser wê tevgerê di 1.01.2023an de lêpirsîna wî dabû destpêkirin. Di lêpirsîna navborî de, kesên tevgerê organize kirine, dane çapemeniyê û yên têkiliya wan bi mijarê hene, 15 kesin.

Li ser tesbîta navên 15 kesan, dema Medin dikeve nav sînorê Tirkiyê, li Îstenbolê ew dixin binçav. Medin di rojnama Ete de dixebite û peyamnêrê wê ye. Tirkiye ew ji çalakiya li bajarê Stockholmê ji belavkirina ser medyayê û medya civakî berpirs digre.

Li gor tesbîta îstîxbaratên Tirkiye; li Sûriyê li ciyê şer maye, di sala 2014an de çûye Qendîlê, di sala 2016an de li Amedê bûye û di sala 2017an de li Erbîlê bûye.

Li Îstenbolê di rêya werger û parêzerê xwe de, Medin tevlî video-konferansa Dadgeriya Silh Cezayê ya Ankara dibe, îfadê xwe dide û bi sedema ‘heqaretê li serokkomar kiriye’ û ‘endamê rêxistina terorê’ ye, ew şandin zîndanê.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.