Hollandayê Îsraîl xist nav lîsteya welatên ku gefê li ser wan dixwin!

Hollandayê Îsraîl xist nav lîsteya welatên ku gefê li ser wan dixwin!

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Ajansa Ewlehî û Dijî Terorê ya Hollandayê (NCTV) cara yekem Îsraîlê xistiye nav lîsteya welatên ku gefê li ser Hollandayê dixwin.

Di rapora xwe ya bi navê "Nirxandina Gefê ya Aktorên Dewletê" de, ku ji hêla NCTV ve hatî weşandin, hat gotin ku Îsraîl hewl dide ku bi rêya çalakiyên dezenformasyonê bandorê li raya giştî ya Hollandayê û biryarên siyasî bike.

Di raporê de tekez hat kirin ku Hollanda, wekî welatekî ku ji bo saziyên hiqûqî yên navneteweyî mazûvan e, li hember van gefan berpirsiyariyek taybetî heye.

Di rapora NCTV de cara yekem Îsraîlê xiste nav lîsteya welatên ku gefê li ser Hollandayê dixwin.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.