NYyê ji bo Sûriyeyê banga bexşa pereyan kir

PeyamaKurd – Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) duh daxwazeke lezgîn ji bo 3.19 milyar dolarî kir da, ku heta dawiya sala 2025an dê ji bo 10.3 milyon kesên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hewcedar bike.
Koordînatorê Karûbarên Mirovî yê NYyê li Sûriyeyê, Adem Ebdul Mewla, ragihand ku ev fon dê bi giranî ji bo wan herêman bin ku herî zêde bandora şer li wan bûye ku di şert û mercên “felaketî” de ne.
Li gorî OCHAyê, kêmasiyeke mezin a fînansekirinê heye; bi tenê %11ê budceya pêwîst ji bo 2024an hatiye berhevkirin. Plana bersiva mirovî ya sala borî jî tenê %36.6 fînanse bûye, ku ev yek ji astên herî nizm e ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve ku 14 sal berê dest pê kir û bandoreke giran li Rojavayê Kurdistanê jî kir.
Ebdul Mewla di daxuyaniyê de got: “Ev dirêjkirina pêşanîyên mirovî, yekem car e ku bi şêwirmendiya nêzîk bi hevkar û rayedaran re li welêt tê amadekirin. Ev nîşana pabendbûna me ya domdar e ji bo gelê Sûriyeyê.”
OCHAyê destnîşan kir ku 2.07 milyar dolar ji vê alîkariyê ji bo dabînkirina hewcedariyên lezgîn ên 8.2 milyon kesan hewce ye, ku li welatekî bi aboriyeke wêranbûyî, binesaziyeke hilweşiyayî û piraniya nifûsê di bin xeta xizaniyê ya NYyê de dijîn. Ev banga fînansekirinê di demekê de hat ku Rojavayê Kurdistanê û Sûriye hê jî bi encamên şerê navxweyî re rû bi rû ne, ku bûbû sedema krîzeke mirovî ya kûr.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




