Trump: Rûsya û Ûkraynayê gelek hêsîr bi hev guhertin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Rûsya û Ûkraynayê di navbera xwe de gelek hêsîr bi hev guhertine.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de pevguhertina hêsîrên şer pêk hatiye.
Trump, di daxuyaniyekê de li ser Truth Socialê got:
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.“Pevguhertineke mezin a girtiyan di navbera Rûsya û Ûkraynayê de pêk hat. Ev yek dê di demeke nêzîk de bikeve meriyetê. Pîrozbahiyê li her du aliyan dikim ji bo bi serkeftî temamkirina danûstandinan. Gelo ev dikare bibe destpêka tiştekî mezin?”





