Netanyahû li ser êrîşa li dijî Îsraîlî serokên 3 welatan sûcdar dike

Netanyahû li ser êrîşa li dijî Îsraîlî serokên 3 welatan sûcdar dike

PeyamaKurd – Êrîşeke gulebaranê ya li Balyozxaneya Îsraîlê li Washingtonê, ku di encamê de çend xebatkarên balyozxaneyê jiyana xwe ji dest dan, bû sedema bertekên tund ên navneteweyî. 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahû, di daxuyaniyeke tûj de, serokê Brîtanya (Keir Starmer), yê Fransayê (Emmanuel Macron) û yê Kanadayê (Mark Carney) tawanbar kir ku piştgiriya Hemasê dikin û got ew li gel “kujerên pitikan û tecawizkaran in”.

Beriya êrîşê, her sê welatan operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li Xezeyê wekî “nehevseng” şermezar kiribûn û di daxuyaniyeke hevbeş de hişyarî dabûn ku ger êrîş berdewam bikin, ew ê “gavên berbiçav” bavêjin.

Netenyahû, di peyameke vîdyoyî de, rasterast xîtabî van serokan kir:

 ”Ger kujerên girseyî, tecawizkar, kujerên û pitikan spasiya we bikin, hûn li aliyê şaş ê edaletê, mirovahiyê û dîrokê ne.”

Ev daxuyanî di navbera Îsraîl û hevkarên wê yên Rojavayî de rageşiyeke nû derxistiye holê, dema ku bandora êrîşa li balyozxaneyê hê jî li ser raya giştî berdewam dike.

 

 

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.