Bradost: Ciwanekî pê li mayînekê kir û can da

PeyamaKurd – Li herêma Bradostê ya bi ser navçeya Sîdekanê ve, ku di bin îdareya serbixwe ya Soranê de ye, ciwanekî 22 salî yê bi navê Osman Sadiq Bradostî di encama teqîna mayînekê de canê xwe ji dest da.
Bûyer ş îro di saetên sibehê de, li zozanên bilind ên Deşta Hêrtê, li gundê Xoranê yê sînorê qeza Sîdekanê qewimî.
Li gorî agahiyên destpêkê, Osman Sadiq dema li deverê bû, pê li mayînekê kiriye û di cih de canê xwe ji dest daye. Cendekê wî ji bo lêkolîna bijîşkî bo bijîşkxaneya dadî ya Soranê hat veguhestin.
Ev bûyer careke din metirsiya mayînên li hin deverên Herêma Kurdistanê tîne ziman. Rayedarên herêmî li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin. Sersaxî ji malbat û kesûkarên Osman Sadiq Bradostî re xwestin.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.





