Rojava | Li Efrînê bi dehan hektar daristan şewitî

Rojava | Li Efrînê bi dehan hektar daristan şewitî

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê agir bi daristanên gundê Erendê ketiye û bi dehan hektar erdê daristanê şewitiye.

Hate zanîn ku roja Çarşemê agir bi daristanên gund ketiye û heta derengiya şeva borî encex hatiye kontrolkirin.

Çavkaniyên xwecihî dane xuyakirin ku 60 hektar ji daristanên gundê girêrdayî navçeya Şiyê şewitîne.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.