Serok Barzanî bi Aras Hebîb re rewşa Iraq û herêmê gotûbêj kir

Serok Barzanî bi Aras Hebîb re rewşa Iraq û herêmê gotûbêj kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 8ê Nîsanê li Pîrmamê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Kongreya Niştimanî ya Iraqê Aras Hebîb û şanda pê re kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku herdu aliyan nerînên xwe li ser proseya siyasî ya Iraqê û rewşa herêmê bi hev guhertin.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî û Hebîb, li ser rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendî û hevahengiyên navbera aliyên siyasî yên Iraqê û rewşa herêmê gotûbêj kirin.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.