"Serok Barzanî girîngiyê dide Rojava û doza Kurdî"

"Serok Barzanî girîngiyê dide Rojava û doza Kurdî"

PeyamaKurd – Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl got: "Serok Mesûd Barzanî giringiyê dide doza Kurdî û dixwaze Kurdên Rojava li hev bikin."

Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê 14.01.2025ê de ragihand, Serok Barzanî bi neteweya Kurd û kêşeyên Kurdî re eleqedar e, bi taybetî dema ku çavê hemûyan li Sûriyê ye û Kurd dikarin di vê qonaxa hestiyar de gavekê bavêjin. Çavê Kurdên Rojava li Serok Barzanî ye. Serdana nûnerê wî peyamek dîrokî bû ku bi rêzdarî ji gelê Kurdistanê re hat pêşwazîkirin.

Derbarê helwestên Serok Barzanî di qonaxên cuda de jî Serokê ENKSê got, her dema pêwîstiya Kurdên Rojava bi Serok Barzanî hebû, piştevaniya doza Kurd û gelê Kurd li Rojava kir.

Muhammed Îsmaîl diyar kir ku li Rojava derfeta yekitiya Kurdan heye û diyar kir ku ENKSê her tim destê yekîtiyê dirêjî partiyên din ên Kurdistanî kiriye.

Serokê ENKSê amaje bi serdana Nûnerê Serok Barzanî Hemîd Derbendî bo Rojavayê Kurdistanê jî kir û got, "Mazlûm Ebdî serdana Nûnerê Serok Barzanî û peyama ku daye wan wek gaveke erênî dît û geşbîniya xwe li ser wê dîmenê ku Sûriye tê jiyîn nîşan da."

 
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.