Wezîrê Dadê yê Tirkiyê bersiv da: Demirtaş wê were berdan?

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê bersiv da: Demirtaş wê were berdan?

PeyamaKurd – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tûnç bersiv da îdiayên ku wê Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş were berdan.

Ji doh ve li ser torên civakî îdia dihatin kirin ku dê Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş were berdan. Yilmaz Tûnç ev îdia red kir.

Nûnerê TGRT Newsê yê Enqereyê Fatîh Atik diyar kir ku di bernameya ku beşdarî TGRTê bûye de ji Yilmaz Tunç pirs kiriye.

Atîk ev daxuyanî da:

"Min ev pirs ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç kir. Dema min got 'Birêz Bahçelî bi telefonê bi Selahattîn Demîrtaş re axivî. Ji ber vê yekê hêviyek wisa heye' min ev bersiv girt. Wezîr Tûnç got, 'Endamê rêxistina terorê ya Selahattîn Demîrtaş 10 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, wê çawa bê berdan?' Wî got, îhtîmaleke wiha ya serbestberdanê tuneye.

Ev bendewarî ji dema ku pêvajo dest pê kir heya niha hebû. Min îro ji çend kesan pirs kir û min bersivek zelal negirt. Bi partiya desthilatdar re hin têkiliyên me hebûn, lê ti agahiyek ku vê yekê piştrast bike di destê me de nîne. Wezîrê Edaletê got ku di rojeva wan de serbestberdan nîne."

 
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.