Elon Musk: Min Twitter ji bo alîkariya mirovahiyê kirî!
PeyamaKurd – Karsazê Amerîkî yê dewlemendê cîhanê û xwediyê Tesla û SpaceXê, Elon Musk, li ser sedema kirîna tora medya civakî Twitterê daxuyanî dan.
Musk bi rêya hesabê xwe yê Twitterê bi sernavê, "Reklamdanerên hêja yên Twitter” diyar kir ku piraniya spekulasyonên li ser mijara reklamên Twitterê û qezenca wê bo wî têne kirin, nerast in.
Dear Twitter Advertisers pic.twitter.com/GMwHmInPAS
— Elon Musk (@elonmusk) October 27, 2022
Musk got ku medyaya kevneşopî ya heyî bi hesabên qezenca zêde, nakokiyan di nav civakê de diafirîne û dihêle derfeta dîyalogê ji dest biçe.
Li ser sedema kirîna Twitterê jî Musk diyar kir ku wî ne ji bo pere lê ji bo alîkariya mirovahiyê Twitter kiriye.
Ev nivîs 210731 car hatiye xwendin.