Moşeka fezayê ya Çînê bi ser dinyayê de ket!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku moşeka Çînê ya ji Stasyona Tiangong 31ê Cotmehê bo fezayê hatibû pekandin û piştre ji kontrolê derketibû, bi ser Zeryaya Pasîfîkê de ketiye xwar.
Metirsî hebû moşeka bi giraniya 23 tonan, li ser devereke sivîl bikeve xwar ku ji aliyê Çînê ve jî ti daxuyaniyek derbarê wê de nehatibû dayîn.
Fermandariya Hêzîn Fezayî ya Amerîkayê îro 4ê Mijdarê li ser Twitterê ragihand ku moşeka Çînê ya bi navê Long March 5B ku ji kontrolê derketibû, li demjimêr 13:01ê bi ser Zeryaya Pasîfîkê de ketiye xwar û ti ziyanek çênekiriye.
Piştî ketina moşeka navborî hîn jî Çînê daxuyaniyeke fermî nedaye.
Ev nivîs 210725 car hatiye xwendin.