Rapora cemedê: Heya 2050an li gelek deveran cemed namîne

Rapora cemedê: Heya 2050an li gelek deveran cemed namîne

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî beşa zanist û çandê UNESCO li ser guherîna kêşûhewaya dinyayê û encama ku wê li ser hinek deverên dinyayê cemeda heyî bihele û qet nemîne raporekî amade kir. UNESCO, rapora xwe di bin serikê “cemedên mîrata dinyayê” de belav kir.

Rapor, li gor rêjeyên peykê (satalaytê) hatiye amadekirin û 50 sehayên ku niha di lîsta mîrata dinyayê de ne, di wan sehayan de 18.600 perçe cemed hene û ji wan 1/3 wê di nav 30 salan de bêguman bihelin.

Di raporê de çiyayê Kilimanjaro ku çiyayê herî bilind yê Tanzanya ye, çiyayên Alp yên îswîçreyê, li Îtalyayê Dolomit, li Amerîkayê Parka Yellowstone û parka Yosemite ya netewî di nav wan ciyan de ne ku wê heya sala 2050an bihelin.

Ev nivîs 210721 car hatiye xwendin.