Twitterê piştî êrîşa ser ‘Selman Ruşdî’ hesabê fermî yê pasdarên Îranê girt!
PeyamaKurd – Li ser kêrkirina nivîskarê naskirî Salman Ruşdî li New Yorkê ku Supaya Pasdarên Îranê piştevaniya xwe bo wê êrîşê ragihandiye û berê jî ji bo kuştina wî xelat danîbû, tora medya civakî Twitterê hesabê fermî yê Supaya Pasdaran girt.
Nivîskarê pirtûka ‘Ayetên Şeytan’Selman Ruşdî dema li enstîtuya Çatakura ya rojavayê bajarê New Yorkê dikir biaxive, ciwanekî Lubnanî bi kêran êrîşî wî kir û stûyê wî da ber derbeyên kêran ku bi giranî birîndar bû.
Piştî bûyerê, di serî de Amerîka, Brîtanya û hejmarek welatên din ên Rojava daxuyaniyên şermezarkirina wê êrîşê belav kirin û gotin, ew êrîş dijî azadiya derbirina ramanê ye.
Beriya niha jî rejîma Îranê ji bo her kesê ku bikare Selman Ruşdî bikuje zêdetirî 3 milyon Dolar xelat danîbû û navendeke Olî û nîv fermî li Îranê jî xelata kuştina Selman Ruşdî 500 hezar Dolar zêde kiribû.
Ruhullah Xumeynî yê rêberê Îranê piştî belavbûna pirtûka “Ayetên Şeytan” di salên 80yî de, Selman Ruşdî wek murted dabû nasîn û gotibû: "Her misilmanek ku li her cihekî Selman Ruşdî dît, bila wî îdam bike, daku ti kesek din newêre bêrêziyê bi pîroziyên misilmanan bike”.
Ev nivîs 210739 car hatiye xwendin.