Eraqçî: Eger Amerîka nehêle em ûranyûma xwe zêde bikin, em ê li hev nekin

Eraqçî: Eger Amerîka nehêle em ûranyûma xwe zêde bikin, em ê li hev nekin

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, berî rêwîtiya xwe ya Romayê ji bo danûstandinên nukleerî yên nerasterast bi Amerîkayê re, hişyariyeke tund da Washngtonê.

Wî li ser platforma Xê nivîsî:

“Ne zehmet e ku em li hev bikin, lê lihevkirin dê bike ku em ûranyûma xwe zêde nekin. Rawestandina dewlemendkirina ûranyûmê tê wateyê ku em li hev nekin. Niha dema biryardanê ye.”

Eraqçî di axaftina xwe ya bi televîzyona Îranê re jî got ku bi Amerîkayê re nakokiyên bingehîn hê hene û tekez kir:

“Eger Amerîka bixwaze dewlemendkirina ûranyûmê li Îranê asteng bike, em ê li wan neyên.”

Lê belê, wî destnîşan kir ku Tehran ji bo vekolînên zêdetir a li tesîsên xwe yên nukleerî amade ye, da ku rê li ber astengiyan were bê girtin.

 

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.