Macron: Fransa û Çîn piştgiriyê didin agirbesta li Ukraynayê

Macron: Fransa û Çîn piştgiriyê didin agirbesta li Ukraynayê

PeyamaKurd – Serokkomarê Fransayê Macron û Serokkomarê Çînê Jinping li ser rewşa Ukraynayê, herwiha pevçûnên li Rojhilata Navîn û têkiliyên bazirganî û aborî yên di navbera her du welatan de axivîn.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî axaftina bi rêya telefonê ya bi Serokkomarê Çînê Xi Jinping re got ku Parîs û Pekîn alîgirê agirbestek bilez li Ukraynayê ne.

Macron got ku ew û serokê Çînê daxwaza "aştîyeke mayînde û pêbawer" li Ukraynayê parve dikin û ji bo vê yekê "agirbesteke tavilê û bê şert û merc" pêwîst e û got, "Aştîyeke bi lez û mayînde pêwîst e. Ev bi agirbesteke tavilê û bê şert û merc dest pê dike."

Macron diyar kir ku wan bi serokê Çînê re li ser rewşa Ukraynayê û her wiha pevçûnên li Rojhilata Navîn nîqaş kirine û ev daxuyanî dan:

"Divê em ber bi çareseriyeke siyasî ve biçin ku dikare aştî û ewlehî ji bo her kesî li Rojhilata Navîn misoger bike. Em ê bi Çînê re bixebitin da ku amadekariyên konferansa çareseriya du dewletan bikin ku ji bo Hezîranê li New Yorkê tê plankirin."

 
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.