Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser êrîşa li dijî balyozxaneya Îsraîlê daxuyanî da

Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser êrîşa li dijî balyozxaneya Îsraîlê daxuyanî da

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio êrîşa kuştinê ya li dijî 2 xebatkarên Balyozxaneya Îsraîlê ya li Washingtonê wekî “tirsnak” bi nav kir û got ev yek nîşana “xeteriya radîkalîzmê” li welêt e.

Rubio ji rojnamevanan re diyar kir:

“Em bi rayedarên Îsraîlî re axivîn. Ev kuştineke pir xirab e. Du ciwan ên bedew ji aliyê kesekî tundrew ve hatin kuştin.”

Wî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got ku ev êrîş “gefeke berfireh” nîşan dide, ku radîkalîzma li hundirê welêt ronî dike.

Çi bûbû?

Di 21ê Gulana 2025an de, saet di 21:08, polîsên Washingtonê, D.C. raportên gulebaranê li derveyî Muzexaneya Cihûyan a li navenda bajêr wergirtin. Di êrîşê de Yaron Lischinsky (welatiyê Îsraîlî) û Sarah Milgrim (welatiya Amerîkî), ku her du jî li Balyozxaneya Îsraîlê dixebitîn, hatin kuştin.

Rêvebirê FBIyê Kash Patel li ser platforma Xê ragihand ku êrîş li nêzîkî Ofîsa Meydanê ya FBIyê ya li Washingtonê pêk hatiye. Seroka Polîsên Washingtonê Pamela A. Smithê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku êrîşkar kesê bi navê Elias Rodriguez ê 30 salî ye. Smithê anî zimên ku Rodriguez piştî binçavkirinê qîriyaye û gotiye, “Flistîna Azad.”

Li gorî belgeya FBIyê, kuştin bi zanebûn û plankirî hatiye kirin. Dîmenên kamerayên ewlehiyê nîşan didin ku Rodriguez gule bera her du qurbaniyan daye.

 

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.