Sky News: Mazlûm Abdî li Fransayê ye! Wê bi Macron û Barrack re bicive

Sky News: Mazlûm Abdî li Fransayê ye! Wê bi Macron û Barrack re bicive

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî û şandeya pê re ji bo rêze hevdîtinan li Parîsê, Fransayê, daketin.

Piştî agirbesta di pevçûnên ku li bajarê Siweydayê li başûrê Sûriyeyê di navbera hêzên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî yên ku ji hêla hikûmeta navendî ya Şamê ve têne piştgirî kirin de dest pê kirin, pêvajoya entegrebûna Rojava bi hikûmeta navendî re leztir bûye. Hevdîtinên ku li Omanê dest pê kirin, ji bo Parîsê hatine veguhastin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî û şandeya pê re ji bo hevdîtinan di çarçoveya destpêşxeriya Amerîkayê de gihîştin Parîsê, Fransayê.

Sky News Arabia ragihand ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî û şandeya pê re li Parîsê daketin. Li gorî çavkaniyan, DYA û Fransa wê li Parîsê civînekê li dar bixin, ku wê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beşdar bibe.

Abdî û şandeya pê re wê bi Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê DYAyê yê Sûriyeyê re jî bicivin. Armanca civînê ew e ku têkiliyên di navbera HSD û Şamê de bêtir werin xurtkirin û entegrasyona herêmê bi Şamê re were pêşxistin.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.