Festîvala Navdewletî ya Xelata Qelema Hejar dest pê kir

Festîvala Navdewletî ya Xelata Qelema Hejar dest pê kir

PeyamaKurd - Festîvala Navdewletî ya Xelata Qelema Hejar ku ji aliyê Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve tê lidarxistin, îro 28ê Gulanê bi awayekî fermî dest pê kir. Festîvan du rojan berdewam dike.

Sazkarê Festîvalê Yadgar Kerîmî ragihandiye, "Xelata Qelema Hejar" yekemîn û mezintirîn xelata pirtûkên Kurdî ye li ser asta cîhanê. Kerîmî da zanîn, ev festîval derfeteke girîng e ji bo pêşkêşkirina lêkolîn û berhemên cihêreng di warê hemû zanistên mirovî de.

Di daxuyaniya sereke ya festîvalê de hatibû destnîşankirin ku di çarçoveya bernameya festîvalê de, berhemên hilbijartî yên nivîskarên wêjeya Kurdî, lêkolînerên ziman û wêjeyê û herwiha warên hevpar ên lêkolînê dê bên xelatkirin.

Yadgar Kerîmî got: "Tiştê ku vê xelatê ji gelek xelatên navdewletî cuda dike, firehiya qada mijarên wê ye. Ne tenê wêjeyê, lê belê zanistên mirovî û lêkolînên zanistî jî li xwe digire."

Kerîmî da zanîn, xelat li gorî nirxandina dadweran û pûanên ku berhemên hilbijartî bi dest dixin têne dayîn, bêyî ku cudahî di navbera mijarên cuda de bê kirin.

Xelata Qelemê Hejar Mukriyanî weke sembola hişmendî û zanînê tê dîtin û niha wek tîrêjeke hêviyê di dilê çandhez û rewşenbîran de geş dibe, mizgîniya serdemeke nû dide ji bo giringîdana bi ziman, wêje û hunera Kurdî. Ev xelat bi armanca parastina nav û bîranîna nivîskarê mezin Mamoste Hejar û rêzgirtina bo ked û hewldanên nivîskar û wergêran hatiye damezrandin.

Derbarê Hejar Mukriyanî de

Ebdulrehman Şerefkendî, ku bi navê Hejar Mukriyanî tê naskirin, 13ê Nîsana 1921an li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Wek ku ew bi xwe di pirtûka xwe ya "Çêştî Micêvir" de vedibêje, destpêkê li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye û piştre çûye hicreyan û dersên olî li cem çend mamosteyên olî yên wê serdemê xwendiye.

Hejar di temenê xwe yê ciwaniyê de bûye endamê Komeleya Jiyaneweyî Kurd (Jêkaf). Piştre, bi damezrandina Komara Kurdistanê (Mehabad), Pêşewa Qazî Mihemed, Hejar Mukriyanî û Hêminê hevalê wî, wek helbestvanên Komarê hatine destnîşankirin.

Hejar Mukriyanî di 21ê Sibata 1991ê de koça dawî kir û gora wî li Mehabadê ye.

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.