Îran û welatên Ewropî li Stenbolê ji bo danûstandinên navokî dicivin

PeyamaKurd - Şandeyên ji Îran, Keyaniya Yekbûyî, Fransa û Almanya cara duyemîn li Balyozxaneya Giştî ya Îranê li Stenbolê ji bo danûstandinên li ser çalakiyên navokî civiyan.
Li gorî agahiyan, wesayîtên ku şandeyan hildigirtin ketin Balyozxaneya Giştî ya Îranê li Stenbolê. Civîn li pişt deriyên girtî têne lidarxistin.
Cîgirên Wezîrên Derve Mecîd Takht-Ravançî û Kazim Xerîbabadî di civînên ku di asta cîgirê wezîrên derve de têne lidarxistin de nûnertiya Îranê dikin.
Gotûbêjên navokî yên ku li Stenbolê di navbera Keyaniya Yekbûyî, Fransa û Almanya, aliyên peymana navokî ya 2015an bi Îranê re, têne lidarxistin, di nav nezelalî û aloziyên zêde yên di derbarê mijara navokî ya Îranê de pêk tên.





