Macron: Fransa wê di meha Îlonê de Filistînê nas bike!

Macron: Fransa wê di meha Îlonê de Filistînê nas bike!

PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Fransa wê Filistînê nas bike.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Fransayê biryar daye ku Filistînê nas bike û wê di meha Îlonê de daxuyaniyek fermî bide.

Macron, di daxuyaniyekê de li ser medyaya civakî got:

"Min biryar da ku Fransa, dilsozê pabendbûna xwe ya dîrokî ya ji bo aştiyek dadperwer û mayînde li Rojhilata Navîn, wê Dewleta Filistînê nas bike. Ez ê vê daxuyaniya cidî di meha Îlonê de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bidim. Pêdiviya lezgîn a îro ew e ku şerê li Xezzeyê bi dawî bibe û alîkarî ji nifûsa sivîl re were dayîn."

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.