Trump biryar da ku Amerîka ji UNESCOyê vekişe

Trump biryar da ku Amerîka ji UNESCOyê vekişe

PeyamaKurd – Trump ji ber helwêsta UNESCOyê ya li dijî Amerîka û Îsraîlê biryar da ku Amerîka ji wê rêxistinê vekişe.

Rojnameya New York Postê ragihand ku berdevka Qesra Spî Anna Kellyê gotiye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye ku ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) vekişe.

Rojnameyê diyar kir ku biryara Trump ji ber polîtîkayên ”dij-Amerîkî û dij-Îsraîlî” yên rêxistinê hatiye dayîn.

Li gorî raporan, Trump di Sibata borî de ferman da ku hebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li UNESCOyê ji bo 90 rojan were nirxandin, bê ka rêxistin polîtîkayên ”dij-Semîtî an dij-Îsraîlî” dimeşîne an na.

Li gorî New York Postê, rayedarên rêveberiya Trump, UNESCOyê bi alîgirîya li dijî Filistîn û Çînê tawanbar dikin.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.