Ukrayna: Ji bo berevaniyê pêdiviya me bi 120 milyar dolaran heye

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Denîs Şmîhal ragihand ku ji bo sala bê herî kêm ji bo berevaniyê pêwîstiya wan120 milyar dolaran heye. Şmîhal diyar kir ku ew dixebitin ku nîvê vê hejmarê, ango 60 milyar dolaran bi piştevaniya hevalbendan ji welatên din dabîn bikin.
Şmîhal destnîşan kir ku ew jixwe bi welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATOyê re danûstandinên berbiçav dikin.
Di civîna bi dîplomatên Ukraynî re, Şmîhal got ku wan pêşniyar kiriye ku bi dewletên hevalbend re bazareke hevbeş ava bikin, lîsansan veguhezînin û sazîyên hilberînê li welatên hevpar vekin.
Şmîhal spasiya karmendên dîplomatîk kir ku her roj ji bo berjewendiya Ukraynayê dixebitin û tekezî li ser armanca hevpar kir ku ew hewldanên xwe zêdetir bikin da ku hewcedariyên leşkerên xwe dabîn bikin û serkeftinê zûtir bidest bînin.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




