Hemasê bersiva pêşniyara agirbesta 60 rojî da

PeyamaKurd – Hemasê îro ragihand ku bersiva xwe ya ji bo pêşniyara agirbesta 60 rojî ya Îsraîlê, ku di çarçoveya danûstandinên bi navbeynkariya Qeterê de ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê hatiye pêşkêşkirin, radestî navbeynkaran kiriye.
Di daxuyaniyekê de ya li ser kanala xwe ya Telegramê, Hemasê ragihand: "Me bersiva xwe ya derbarê pêşniyara agirbestê û helwêsta komên Filistînî ji navbeynkaran re şand."
Du çavkaniyên Filistînî yên nêzî danûstandinan ji ajansa nûçeyan a AFPê re diyar kir ku bersiva Hemasê guhertinên ji bo misogerkirina agirbestek daîmî dihewîne. Ji çavkaniyan yekî got ku bersiv "garantiyên ji bo gihandina alîkariya mirovî, nexşeyên vekişîna leşkerî ya Îsraîlê û rawestandina daîmî ya dijminatiyê" vedihewîne.
Rayedarekî Filistînî bersiv wekî "erênî" bi nav kir û got ku Hemasê daxwaza guhertinên di nexşeyên vekişîna Îsraîlê de kiriye, tevî vekişîna tevahî ji Kolana Selahedînê, ku Xezeyê ji bakur ber bi başûr ve girêdide, û sînordarkirina hebûna leşkerî ya Îsraîlê bi kûrahiya herî zêde 800 metreyan li sînorên rojhilat û bakurê Xezeyê.
Hemasê her wiha daxwaz kir ku hejmara girtiyên Filistînî yên bi cezayên miebbet an giran zêde bibe, ku dê li hemberî leşkerên Îsraîlî yên dîlgirtî werin berdan.
Peyman di qonaxên dawî de ye
Çavkaniyekî Misrî ragihand ku peymana agirbestê di qonaxên xwe yên dawî de ye û dibe ku di çend rojên bê de were ragihandin. Hemasê di prensîbê de pêşniyar qebûl kiriye, lê hûrgiliyên bersivê hîn tên nîqaşkirin. Çavkaniyek ji rojnameya Eşarq el-Ewsat re got ku aliyan nexşeyên ewlehiyê qebûl kirine û tenê hûrguliyên teknîkî yên dawî mane.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, dê bi temamkirina peymanê, çavdêriya mekanîzmayên bicîhanînê û hevrêzkirina alîkariya mirovî were erkdarkirin. Çavkaniyan diyar kirin ku gihandina alîkariya mirovî beşa herî girîng a danûstandinan e, û lihevkirineke teknîkî li ser xalên ketina alîkariyê û deverên belavkirinê hatiye kirin. Platformekê ji bo gihandina alîkariyê bo Xezayê jî hatiye damezrandin.
Amerîka, Misir, û Qeter dê çavdêriyê bikin
Çavkaniya Misrî diyar kir ku Trump, Witkoff, û navbeynkarên Qeter û Misrê dê ragihandin û bicîhanîna peymanê bişopînin. Fikarên li ser binpêkirinên mihtemel ên Îsraîlê, bi taybetî di rojên destpêkê yên peymanê de, hene, lê mekanîzmayên bicîhanînê dê werin danîn da ku van fikaran kêm bikin.
Qeter dê piştî têketina peymanê ya meriyetê gihandina alîkariyê bişopîne.
Tê payîn ku peyman di destpêka hefteya bê de were ragihandin, lê dibe ku ji ber hûrgiliyên teknîkî yên ji bo parastina peymanê ji binpêkirinan hin derengketin çêbibin. Alîyê Îsraîlî jî soz daye ku dê li gorî peymanê tevbigere û piştgiriyê bide bicîhanîna wê.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.





