Îranê ji bo danûstandinên nukleerî yên bi Amerîkayê re şertên xwe aşkera kir

Îranê ji bo danûstandinên nukleerî yên bi Amerîkayê re şertên xwe aşkera kir

PeyamaKurd – Îranê ragihand ku amade ye bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re danûstandinên nukleerî ji nû ve dest pê bike, bi şertê ku hin şertên wê bên cîbicîkirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî roja Pêncşemê diyar kir ku heger prensîbên bingehîn ên Tehranê bên naskirin, gotûbêjên navokî dikarin ji nû ve destpêkirin.

Ev daxuyanî rojeke beriya civîna Îranê ya bi welatên Ewropî re li Stenbolê hate dayîn.

Xerîbabadî 3 şertên sereke ji bo danûstandinan destnîşan kir: naskirina mafên Îranê di çarçoveya Peymana Nebelavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de, avêtina gavên avakirina baweriyê ji aliyê Amerîkayê ve, û garantîkirina ku danûstandin nebin sedema desttêwerdaneke leşkerî ya nû li dijî Îranê.

Gotûbêjên nerasterast ên di navbera Tehran û Washingtonê de di salên dawî de rawestiyabûn.

Ev daxuyaniya nû weke nîşaneyeke erênî tê dîtin ku dibe alîkar ji bo vegerandina dîplomasiyê û çareserkirina nakokiyên li ser bernameya nukleerî ya Îranê.

 

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.