Kamboçya û Taylandê şer kir: 9 kes hatin kuştin

PeyamaKurd – Li ser sînorê Tayland û Kamboçyayê, ku 817 kîlometre dirêj e, di çend cihên cuda de şerên dijwar qewimîn. Artêşa Taylandê hemû deriyên sînor ên li Kamboçyayê vedibin, bi awayekî demkî girt.
Di 14ê Tîrmehê de, Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet ragihandibû ku piştî 2026an, ji ber nakokiyên sînorî yên bi Taylandê re, xizmeta leşkerî ya mecbûrî dê were destpêkirin.
Manet her weha daxwaz kir ku budçeya parastinê ya welatê wî bê zêdekirin. Li gorî berpirsê leşkerî yê Taylandê Surasant Kongsiri, Kamboçyayê sibehê dron û leşkerên bi roketavêjan li ser sînor bi cih kirine. Kongsiri diyar kir ku leşkerên Kamboçyayê gule li leşkerên Taylandî reşandin, û leşkerên wan jî ji bo xweparastinê bersiv daye.
Taylandê bi 6 balafirên şer ên F-16ê çend baregehên leşkerî yên Kamboçyayê li nêzî sînor kirin armanc. Artêşa Taylandê îdia kir ku guleyên yekem ji aliyê Kamboçyayê ve hatine avêtin.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Taylandê ragihand ku li herêma Surînê gule li cihekî nîştecîhbûnê ketine. Şer li herî kêm şeş deriyên sînorî berdewam dike.
Balyozxaneya Taylandê ya li Phnom Penhê bang li welatiyên xwe kir ku Kamboçyayê biterikînin. Li gorî agahiyên dawî, ji ber şer 9 kes hatin kuştin û 14 kes birîndar bûn.
Nakokiyên sînorî yên dîrokî
Tayland û Kamboçya, ku li Başûrê Rojhilatê Asyayê ne, demek dirêj e ji ber nakokiyên axê yên li ser sînorê xwe di nav nakokiyan de ne.
Di 28ê Gulanê de, piştî binpêkirina peymana sînorî, şerên kurt rû dan. Her çend lihevkirinek ji bo çareseriya aştiyane hatibe çêkirin jî, krîz dîsa bilind bûye.
Taylandê ragihand ku hemû xalên kontrolê yên li ser sînor dê ji hêla hikûmeta Bangkokê ve bên kontrolkirin.
Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet hî diyar kir ku welatê wî ji bo çareserkirina nakokiyên sînorî serî li Dadgeha Navneteweyî ya Dadê daye.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.





