Li Îranê di nav du rojan de 8 Belûç hatin îdamkirin

Li Îranê di nav du rojan de 8 Belûç hatin îdamkirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di nav du rojên dawî de rejîma Îranê 8 girtiyên Belûç ên bi tohmetên cuda hatibûn sizadan bidarve kirin.

Ji 8 girtiyan navên 6an eşkere bûye ku ew jî; Ebdulcelîl Derkzihî, Nêimetullah Şehnewazî, Nesîr Şehbexş naskirî bi Daryûş, kesek bi nasnavê Xulcayî, Xald Belûçî yê xelkê Zerabadê û Nasir Siyahser ê xelkê Zabolê ne.

Hatiye zanîn 3 kes li girtîgeha bajarê Gurganê hatine bidarvekirin ku 2 ji wan Belûç bûn.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) sala derbasbûyî %10 a hemû bidarvekiriyên li Îranê xelkê Belûç bûne û piştî wan jî Kurd herî zêde hatine bidarvekirin.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.