"Dewlet çekên di destê PKKê de dizane, çekên ku hatine radestkirin wê bi vê envanterê re werin berawirdkirin"

PeyamaKurd – Çavkaniyên AK Partiyê diyar kirin ku "dewlet envantera çekên di destê PKKê de dizane û çekên ku hatine radestkirin wê bi vê envanterê re werin berawirdkirin."
Piştî biryara Kongreya 12emîn PKKê ragihandibû ku ew ê di 12ê Gulanê de çekan deyne.
Piştî daxuyaniya PKKê ya çekberdanê, pirs derketin holê ka çend çek di destê rêxistinê de ne, gelo hemû wê werin radestkirin û kengî û çawa wê pêvajoya radestkirinê pêk were.
Li gorî Sputnikê diyar kir, çavkaniyên AK Partiyê destnîşan kirin ku dewlet envantera çekên rêxistinê dizane.
Agahiyên ku bi rêya servîsên îstîxbaratê hatine bidestxistin, wê di dema pêvajoya bêçekkirinê de di rojevê de bin. Ev dane wê bi çekên ku ji hêla rêxistinê ve hatine radestkirin re werin berawirdkirin.
Herwiha tê pêşbînîkirin ku pêvajoya bêçekkirinê di demek kurt de dest pê bike.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.




