Serok Barzanî pêşwaziya Ahmet Davutoglu kir

Serok Barzanî pêşwaziya Ahmet Davutoglu kir

PeyamaKurd – Serok Barzanî bi Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu re behsa pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê kir. Pêvajoya Barzaniyê û Davûtoglû wekî "gaveke girîng û dîrokî" hat wesifandin.

Li navçeya Selahedîn a Hewlêrê doh Serok Mesûd Barzanî ligel Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu civiya.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê hatiye rojevê.

Barzani û Davutoglu tekez kirin ku ev pêvajo ji bo aştiya herêmî "gaveke girîng û dîrokî" ye.

Di civînê de, ji bo serkeftina pêvajoyê, girîngiya beşdariya hemû aliyan hate destnîşankirin.

Ahmet Davutoglu ji bo piştgiriya wî ya ji bo pêvajoyê spasiya Serok Barzani kir û diyar kir ku ew rola Barzani di pêvajoyê de bi qîmet dibîne.

Di civînê de herwiha li ser pêşketinên dawî yên li herêmê û çarçoveya giştî ya guhertinên di demên berê û pêşerojê de nîqaş hatin kirin.

Ji aliyê din ve, Davutoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X jî derbarê hevdîtinê de ev tişt parve kir:

"Di çarçoveya têkiliyên me yên li ser bingeha dostaniya kevnar û dîroka me ya hevpar de, me bi Serokê berê yê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesûd Barzanî û şanda wî ya birêz re hevdîtinek berhemdar kir."

Em bi tundî bawer dikin ku ewlehî, aştî, îstîqrar û geşepêdana hevbeş a herêmî tenê bi diyalog, têgihîştina dualî û hevkariyê mimkun e.

Divê em bi hev re hewlên xwe bidomînin da ku hêviyan li Rojhilata Navîn vejînin, tevahiya herêmê dîsa veguherînin axên berhemdar, biratiya xwe xurt bikin û pêşeroja xwe ya hevpar bi hev re ava bikin!

Em xwedî îradeya tevahî ne ku mil bi mil girêdanên biratiyê yên ku ji vê berpirsiyariya dîrokî derdikevin, hilgirin."

 
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.